Di derbarê berikên ku li devê derîyê PKKyiyan hatibûn danîn de daxuyanî

Parlementera Edenê ya HDPê Meral Daniş Beştaşa ku endamê Komisyona Mekaqanûna TBMMê ye di derbarê berikên ku li ser wan nivîsa ‘Hîzbullah’ hatibû nivîsandin û li ber deriyê rêvebirên PKKyî hatibûn danîn de daxuyaniyek da.

Parlementera Edenê ya HDP Meral Daniş Beştaş di daxuyaniya ku da de diyar kir berikên ku nivîsa’Hîzbullah’ li ser wan hatibû nivîsandin li Edenê li ber devê derîyên rêvebirên PKKyî tên danîn da ku tirsê li derdorê belav bikin. Beştaş her wiha diyar kir bi heman awayî berik li ber devê derîyên kes û komên cuda jî tê danîn û ev provokasyon e.

Daxuyanî li avahîya bajêr a HDP hat dayîn. Beştaş di derbarê mijarê de wiha axivî: “Bi du şiklî berik li ber devê derîyan hatine danîn. A yekem berikên ku li ser wan ‘Hîzbullah’ dinivîsîne li ber deriyê malên endamê û rêvebirên me yên ku wek PKKyî tên nasîn tên danîn.A duyemîn jî li ber derîyê malên kesên ku fikrên wan cuda ne berikên ku nivîsa ‘PKK’ li ser wan in tên danîn. A niha di destê me de  tenê berikên ku li ser wan ‘Hîzbullah’ hatiye nivîsîn hene, ên din tune ne.Yên ku van berikan danîne ne Hîzbullah e ne jî PKK ye.Kesên ku van berikan danîne ew kesên ku dixwazin tirsê bidin me ne.”

Beştaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek HDPê vê mesela berikan birine TBMMê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dê qet li pey vê yekê bernedin.Em ê mijarê him di asta dozgeriyê him  ya TBMMê de bigirin, her wiha em ê dîsa vê di rojeva neteweyî û navneteweyî de bigirin da ku failên vê bûyerê eşkere bibin.Lê em îro îlan dikin heger ew hevalên me yên ku berik li ber devê derîyên wan hatine danîn dixwazin bila ev berikên bi nivîsa  PKKê bin û dixwaze bila nivîsên Hîzbullah bin heger tiştek bê serê wan, em ê hikûmet û kesên rayedar wek fail nasbikin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar