Di derbarê ziyareta ku xwendevanan li buroyên PKKê kiribûn de lêpirsîn

DİYARBEKİR - Piştî ku derket holê xwendevanên Lîseya Anadoluya Teknîk û Meslekî ya Burhanettîn Yildizê Diyarbekirê li Elmanyayê buroyên PKKê ziyaret kirine, di derbarê mijarê de ji teref walîtiyê ve lêpirsîneke hat destpêkirin.

Bi xebera ÎLKHAyê ve derketibû holê ku xwendevanên Lîseya Anadoluya Teknîk û Meslekî ya Burhanettîn Yildizê Diyarbekirê li Elmanyayê buroyên PKKê ziyaret kirine.Ji ber vê yekê Walîtiya Diyarbekirê di derbarê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya ‘Bernameya Perwerdê ya Leonardo Da Vîncî’ de di navbera 23ê Adarê û 5 Nîsana 2014an de di bin çavderiya midûrê mektebê Fethî Eroglu û 3 mamosteyan de 10 xwendevan  çûbûn Elmanyayê.Xwendevanên ku çûbûn Elmanyayê li wê derê buroyên PKKê ziyaret kiribûn, nîşana zafere kiribûn û li ber alên PKKê û li ber vîtrînên eraqê fotogrof girtibûn.

Piştî ku fotografên ku qala wan dihêt kirin li ser medyaya civakî hatin parvekirin re lêpirsîn hatibû destpêkirin û di encama lêpirsînê de cezayên sivikkirî hatibûn tetbîqkirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin