Di derheqê Demîrtaş, Yuksekdag û Beştaş de daxwaza hepsê

EDENE - Ji teref Serdozgeriya Komarê ya Edenê ve di derheqê Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de û her wiha di derheqê Meral Daniş Beştaş de 5 îddînameyên cuda hatin amadekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Edenê di derheqê Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de û her wiha di derheqê Meral Daniş Beştaş de ji ber ‘Kirina propagandaya rêxistina terorê’ û ‘ li dewlet, hikûmet û li çend cihên din kirina heqaretê’ 5 îddînameyên cuda  amade kir.

Fezlekeyên  ku di derheqê Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de û her wiha di derheqê Meral Daniş Beştaş de hatibûn amedikirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Edenê re hatin şandin.

Li gor îdîanamê ji Demîrtaş re 5, ji Yuksekdag re 2 û ji Beştaş re jî heta 2 salan ceza tê xwestin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye