Ji ber ku EDAŞ Dîcle pakêta ceyranê ya ku dê ji cotkarên herêmê re wek alîkarî bihatiba dayîn bloqe kir Serokê Odeya Zîraeta Yenîşehîra Diyarbekirê Suleyman Îskenderoglu miraceatê Şêwirgehê kir.
Îskenderoglu, diyar kir wî di derheqê EDAŞa Dîclê de wek gilî û şîkayet miraceatê Şiwirgehê kir û wî ragihand ku dê ew vê yekê bişopîne.
Îskenderoglu, diyar kir ku ew wek ode piştgirî didin cotkaran. Dûvre Îskenderoglu wiha pê de çû: “Ji bo cotkarên me min bi wesîleya Mehkemeya Îdareya Diyarbekirê li Enqerê doz vekir. Min diyar kiribû ku dê ez dev ji vê neheqiya ku wek bloqe ji teref EDAŞa Dîclê ve hatiye kirin bernedim.”
“Dê ez heta Dadgeha Bilind û Mehkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê biçim”
Îskenderoglu, diyar kir ku ew êmecbûr in heq û mafê cotkaran biparêzin. Dûvre Îskenderoglu wiha pê de çû: “Heke em vê karê nekin divê ku em deriya odeya zîraetê asê bikin û biçin mala xwe. Karê min parastina cotkaran e. Min bi daraz û îdareyê doz vekir. Dê ez di heftiyên pêşiya me de di mehkemeyên asliye û cezayê de doz vekim. Heke hewce bike dê ez heta Dadgeha Bilind û Mehkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê biçim. Dê ez vê yekê bişopînim.”
“DEDAŞ beriya referandûmê cotkar û hikûmetê anî pêşberê hev”
Îskenderogluyê ku li ser Deve Geçîdî daxuyanî da wiha ragihand: “Tişta ku hûn li ser qenalê dibînin prêz e. Ji vê prêzê av tê sitandin û milê rastî û çepê av tê reşandin. Ez ji vir gazî dikim. Ey DEDAŞ! Li vir ceyran li kû derê tê bikaranîn? Bila werin vê eraziyê tespît bikin. Heke ciyeke ku ceyran bikar tê hebe bila bloqe bike. Ev zulm e. Îzahateke vê yekê tune. DEDAŞ beriya referandûmê cotkar û hikûmetê anî pêşberê hev.” (ÎLKHA)