Wek ku tê zanîn Keştîya Mavî Marmarayê ji bona êş û elema Xezzeyîyan sivik bike têketibû rê. Lê belê sîyonîst îsraîl, 9 kesên di keştîyê de şehîd kiribûn. Naskirîyên van şehîdên Mavî Marmarayê, îro hatin ber Dadgeha Mehmet Selîm Kîraz û di derheqê wan rayedarên ku ji qerara destgîrîyê re bûne asteng de gilîdar bûn.
Malbatên şehîdan berî di derheqê rayedaran de gilîdar bibin li ber dadgehê daxuyanîyekê çapemenîyê dan.
Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku hat dayîn de malbatên şehîdan wiha ragihandin: “Rayedar astengîyan ji me re derdixin. Niha pêwîstbû ku kesên qatil gerîyabana. Lê belê ew kesên qatil niha dibe ku li welatê me bi şiklekî rihet digerin. Di bin çi şert û mercan de be ji bona me ferq nake em ê mucadeleya xwe bidomîn.(ÎLKHA)