Di derheqê şiddeta polêsan de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji teref Wezareta Karên Hundir ve di derheqê wê bûyera şiddet û îşkenceyê ya ku li Stenbolê ji teref polêsan ve hat kirin de lêpirsîn hat destpêkirin û ji bo bûyerê mufettiş hat tayînkirin.

Weke ku tê zanîn di wan rojên borî de di wextê fitarê de Efrahîm Yakar û diya xwe li Stenbolê li rasta şiddeta polêsan hatin û îşkence li Efrahîm Yakarî hat kirin. Ji teref Wezareta Karên Hundir ve di derheqê wê bûyera şiddet û îşkenceyê ya ku li Stenbolê ji teref polêsan ve hat kirin de lêpirsîn hat destpêkirin û ji bo bûyerê mufettiş hat tayînkirin.

Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyukê ku  şopînerê bûyerê ye û di derheqê geşedaniyên dawî de agahî da di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Berî vê du rojan li Bagcilara Stenbolê  yekîneyên Yunusên Motorîze (polêsên bi motosîklet)  muamele û îşkeneceya li welatiyên me kirin ku di derheqê vê yekê de taqîbata me berdewam dike. Me hewil da da ku ev polêsên ku vê yekê li welatiyên me kirine derkevin hember darazê ku ev hewildanên me netîce dan. Ji teref Wezareta Karên Hundir ve ji terefê me re hat teblîxkirin ku di derheqê bûyerê de mufettîş hatiye tayînkirin.”


Elîbuyuk di berderwama axavtina xwe de diyar kir ev cûr bûyer zirarê didin aştiya civakî û wiha got: “ Divê hemû kes bi dîqqet be û divê li dijî van bûyerên  bê deng neyê mayîn. Divê ew sevên xerabûyî yên di nava ewlehiyê de miheqqeq bên neqandin. Wek partiyê helwesta me ya li dijî van bûyeran eşkere ye.Em hêvî dikin ku cardin bûyerên wisa neqewimin û li dijî van bûyeran bêdeng neyê mayîn.”

ÎLKHA



İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe