“Di dersên bijarte de hinek mamoste û îdarevan bi îdeolojîk hereket dikin”

Numan Şerkerê Serokê Şaxa Bûrsayê yê Egîtîm-Bîr-Senê destnîşan kir di dersên bijarte de hinek mamoste û îdarevan bi îdeolojîk hereket dikin û bila weliyên zarokan bibin teqîbkarê vê yekê.

Tercîhên dersên bijarte yên li dibistanên navîn û lîseyê roja înê bi dawî dibin. Numan Şerkerê Serokê Şaxa Bûrsayê yê Egîtîm-Bîr-Senê di derbarê mijarê de nirxandinan kir. Şeker di nirxandina ku kir de destnîşan kir bila welî bibin taqîbkerê dersên bijarte yên zarokên.

“Di dersên bijarte de hinek mamoste û îdarevan bi îdeolojîk hereket dikin”

Şeker di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek mamoste û îdarevan bi îdeolojîk hereket dikin û dû re wiha pê de çû: “Em dizanin hinek mamoste û îdarevan  bi îdeolojîk tevdigerin û di warê hilbijartina dersên bijarte de berê xwendevanan didin dersinan din. Ji teref weliyan ve giliya vê yekê ji me re tê kirin.Wek mînak weliyek dibêje ‘ez dixwazim zarokê min ê li pola 6-7an dersa Qur’ana Kerîm bihilbijêre.’ Lê îdarevanê li wê derê jê re dibêje ‘me dersên bijarte eyar kir’ an jî dibêje ‘divê ev bên bijartin, mamosteyên van dersan tuneye. Di îmtîhana TEOGê de dê dersa Qur’anê dernekeve. Ji ber wê yekê dersên matematîk û yên din bihilbijêrin.’ Ev helwest bi temametî çewt e, divê li gor daxwaza weliyan ders bên hilbijartin.”(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe