Di dosya Vahdet-Dera ku Dadgeha Bilind xera kiribû de 2 kes tahliye bûn

Mustafa Yetîş û Ahmet Kalanê ku di sala2010an de bi kumpas û komployê ku ji teref daraza FETO ve li Vahdet-Derê hatibû kirin de hatibûn girtin piştî ku Dadgeha Bilind qerarê ji ber cezaya nehiqûqî xera kir re tahliye bûn.

Înfaza cezaya ku di 8ê Îlona 2011an de ji  teref 3emîn Mahkemeya Cezaya Giran a Meletiyê ve ji endamên Vahdet-Dera Semsûrê ve hatibû dayîn  ji teref 16emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ve hat xerakirin. Piştî qerara ku bi kumpsa û komployên FETO ve hatibû dayîn ji teref Dadgeha Bilind ve hat xerakirin re Mustafa Yetîş û Ahmet Kalanê endamê Vahdet-Derê hatin tahliyekirin.

2 kesên ku di dosyayê de bû cezaya xwe temam kiribû di wan mehên borî de ji girtîgehê derketibûn û 2 kesên ku di dosyayê de bûn jî mecbûr mabûn derkevin derveyî welêt.Piştî qerara ku bi kumpsa û komployên FETO ve hatibû dayîn ji teref Dadgeha Bilind ve hat xerakirin re Mustafa Yetîş û Ahmet Kalanê endamê Vahdet-Derê hatin tahliyekirin ku kesên ku ji dosyayê ceza xwarinê û di girtîgehê de ne neman.

Dadgeha Bilind her wiha bi şikleke bi rekûpêk avêtina îmzê ya Îsmaîl Alpaydin û Kamîl Demîral rakir  û qerara girtinê ya di derheqê Ahmet Yildirim û Huseyîn Demîr jî rakir.

Piştî ku Yetîş û Kalan hatin tahliyekirin re li ber devê deriyê hezkirî û naskiriyên xwe ve hatin pêşîwazkirin.

“Yûsifiyên ku gomlekê wan ji paş ve hatiye qetandin û ev çariyek qern di hundir de ne hene”

Mustafa Yetîşê ku ji ÎLKHAyê re axivî destnîşan kir komploya ku li wan hatibû kirin xera bûye û wiha got: “ Weke ku hûn dizanin bi komploya ku berî ve 7 salan hatibû kirin me xistin girtîgehê. Hemd ji Xweda re ku ev komplo îro xera bû. Em temennî dikin doza me bi beraat bi dawî bibe. Lê belê ji ber ku ev yek bi derengî çêbû gotina ‘Edaleta ku dereng be ne edalet e’ tecellî kir. Bi heman awayî dibe ku ez ji girtîgehê derketibim, lê Yûsifiyên ku gomlekê wan ji paş ve hatiye qetandin û ev çariyek qern di hundir de ne hene. Heta ku ew dernekevin em ê kêfxweş û şad nebin.”

Parêzerê dozê Abdulganî Orhan  di derbarê tahliyeyan de diyar kir ew muracatî riya îtîrazê kirine  û Dadageh jî vê îtîraza wan qebûl kiriye.(ÎLKHA)


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe