Di Doza Ergenekonê De Qirara Girtina Orgeneralekî Derket

Mehkema cezaya giran ya 13an ya Stenbolê li doza Ergenekonê dinêre. Mehkeme, der barê lêpirsîna dozê de, qirar da ku orgeneral Nûsret Taşdeler bê girtin.

Mehkema cezaya giran ya 13an ya Stenbolê li doza Ergenekonê dinêre. Mehkeme, der barê lêpirsîna dozê de, qirar da ku orgeneral Nûsret Taşdeler bê girtin. Taşdeler mensûbê YAŞê bû û berî niha di heqê wî de qirara girtinê hebû. Piştî qirarê orgeneral Nûsret Taşdeler hat girtin. Bi vî awayî hejmara girtiyên bersûcên dozê, giha 67an.

Her wiha mehkemê fikrê xwe beyan kir ku dozên OYAK û ODA TV jî bi doza Ergenekonê re bibin yek. Ev serê çar sala ye ku doza Ergenekonê dewam dike. Di doza Ergenekonê de 21 dosya gihane hev. Di nav wan de sererkanê kevn Îlker Başbûğ, wekîlên CHPê Mehmet Haberal û Mustafa Balbay, tuğgeneralê teqawîd Velî Kuçuk, orgeneralê teqawîd Hûrşît Tolon û Şener Eruygûn û serekê partiya İşçiyê Doğu Perînçek jî hene, 275 bersûc tên mehkeme kirin. Heta niha zêdetirî 600 celse hatine rast kirin. 153 şahid hatine guhdarîkirin. Celse taloqî 13ê Kanûnê bû. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin