Di Doza Yasîn Boru de ji 16 kesan re cezaya sermedî ya hatiye girankirin

Biryara Doza Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ên ku qetîlên wan tê de dihatin darizandin hat dayîn. Di biryarê de 24 bersûc haptin cezakirin.

Biryara Doza Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ên ku di 6-7ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPê ve hatin qetl kirin û qetîlên wan tê de dihatin darizandin hat dayîn. Di biryarê de 24 bersûc haptin cezakirin.  

Di dozê de 21 girtî bi tevahî 41 bersûc dihatin darizandin. Piştî ku ji parêzerên van bersûcan parêzî hat sitandin ji bersûcan jî parêzên wan ên herî dawî hat xwestin.

Dûvre navber ji darizandinê re hat dayîn. Piştî navberê lijneya mehkemê hikmê dozê eşkere kir. Di dozê de 16 bersûc wek 5 car girankirî cezaya sermedî sitandin. Ji 2 kesên îtîrafker re wek 5 car cezaya sermedî û di derheqê 6 zarokên ku wan teşwîqê sûcê kirine de jî ji her yekî re 22 sal, di derheqê yekî de 5 sal û di derheqê 13 kesan de jî biryara beraetê hat dayîn. Her wiha di derheqê 3 bersûcên firarî de jî biryar hat dayîn ku dosyayên wan werin cudakirin.

Di dozê de ji Sedat Çoban û Mecnun Akkoyun ên ku îtîrafker bûn re wek 5 car cezaya sermedî; û ji Abdurrahîm Pamuk, Ahmet Taylan, Ali Guler, Alî Karakurt, Burhan Dîcle, Cevher Turk, Cîhan Yildiz, Erkan Balaban, Hasan Uyanık, Mehmet Çağlar, Remzî Ozşan, Ridvan Baş, Resul Saur, Remzî Ozşan, UGur Doğanay û Umît Doganay re wek 5 car girankirî cezaya sermedî sitandin.

Di biryarê de di derheqê F.K.yê de bi binasiya ku endamê rêxistinê ye 5 sal ceza hat dayîn. A.S, A.K, F.G, M.Î, M.D, Y.U jî wek 12 sal ceza sitandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe