Di doza Yasîn Boru de ji 23 bersûcî re teleba cezaya muebbet

Di doza ku tê de 41 bersûcên ku ji ber qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di di 6-7ê Cotmeha 2014an de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn qetilkirin dihatin darizandin de ji 23 kesan re cezaya muebbet hat telebkirin.

Her weke ku tê zanîn di 6-7ê Cotmeha 2014an de bi banga Hevserokê Giştî yê HDP Selahattîn Demîrtaş terefarên PKK/HDP xwe berdabûn kolanan û bi şikleke wehşî û hovane Yasîn Boru, Hasan Dakak, Riyad Guneş û Hasan Gokgoz qetil kirin. Di doza ku tê de 41 kes dihatin darizandin de mutala hat dayîn.

Li gor mutalayê ji 23 bersûcan re 6 caran muebbeta girankirî  û ji 14 kesan re jî beraat hat telebkirin.

 Navên kesên ku cezaya muebbet ji wan re tê xwestin: Abdurrahîm Pamuk, Sedat Çoban, Mehmet Şah Yuce, Umît Doganay, Remzî Ozşan, Ahmet Taylan, Hasan Uyanik, Alî Karakurt, Erkan Balaban, Resul Savur, Alî Guler, Ahmet Tura, Mehmet Çaglar, Cevher Turk, Cîhan Yildiz, Ridvan, Ugur Doganay, Mecnun Akkoyun û zarokên bi navê Y.O, F.G, A.S, M.D.

13emîn niştina dozê dê di 15ê Sibatê de bê dîtin.(ÎLKHA)

 


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe