Di encama êrîşa ku li konvoya CHPê hat kirin de leşkerek jiyana xwe ji dest da

ARTVÎN - Li navçeya Şavşata Artvînê êrîş li konvoya ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî tê de bû hat kirin. Di encama êrîşê de leşkerek jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Şavşata Artvînê di dema derbasbûna kovoya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de şer derket. Di encama şerê de leşkerek jiyana xwe ji dest da.

Ji ber bûyera ku qewimî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karûbarên Derve Efkan Ala li Kiliçdaroglu geriyan û rewşa wî pirsîn.

Kiliçdaroglu diyar kir ku leşkerek jiyana  xwe ji dest daye

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi telefonê beşdarê qenalekî televîzonê bû. Kiliçdaroglu destnîşan kir di encama şerê ku derketiye de leşekerekî jiyana xwe ji dest daye. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye