Di erdheja Mereşê de hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 45 hezar û 89 kesan

Erdhejên ku navenda wan Mereş bûn 11 bajaran bandor kir. Di encama erdhejan de hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane bû 45 hezar û 89 kesan.

Di daxuyaniya AFADê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Li gorî agahîyên ku di dawî de hatine bidestxistin 45 hezar û 89 welatîyên me canê xwe ji dest dane.

Li Mereş, Entab, Riha, Dîyarbekir, Edene, Semsûr, Kinikan, Hetay, Kilîs, Meletî û Xarpêtê 45 hezar û 89 kesan canê xwe ji dest dan. Hejmara kesên ji herêmê hatin tehliyekirin derket 1 milyon 971 hezar û 589 kesan.

Li herêmê 6 hezar û 368 personelên lêgerîn û xelaskirinê yên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlehiya Peravê, DAK, Guven, îtfaiye, Xelaskirin, MEB, STK û ekîbên navneteweyî li herêmê dixebitin.

358 hezar û 37 çadir hatine danîn. Li 11 bajarên me di 332 cîhan de konbajarên me hatine çêkirin. Di 10 bajêr û 162 cîhan de jî çêkirina bajarkonteyniran jî didome. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye