Di êrîşa îşxalkeran a li Cenînê de hejmarê şehîdan derket 12 kesan

Di roja duyemîn a êrîşa îşxalkeran a li Cenînê de hejmarê şehîdan derket 12 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 120 kesan.

Rejîma îşxalkeran di roja duyemîn de jî êrîşa xwe ya li ser Cenînê domand.

Berxwedêran jî li dijî êrîşa îşxalkeran micadeleyê didin. Li Cenînê dem bi dem dengê pevçûnan tên bihîstin.

Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand di êrîşa îşxalkeran a li dijî Cenînê de 4 jê zarok 12 kesan şehîd bûn, 20 jê giran 120 kesan jî birîndar bûn. Hat daxuyandin şehîdê 12emîn a ku hatîye şehîdkirin li taxa rojhilat a Cenînê di encama bomberandina balafiran de şehîd bûye.

Xeyn ji vana îşxalkeran; kolanan bi qilêderan dikolin, dîrekên ceryanê radikin û xetên ragîhandinê qut dikin, bi vê şeklê zerareke mezin didin Cenînê.

Tê îfadekirin ku li Cenînê bi hezaran Filistînî ji ber êrîşan ji cîhê bûne.

Hat îfadekirin ku di dema destpêka êrîşê heta niha jî nêzê 120 Filistînî jî hatine desteserkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?