Di êrîşa ku li Mêrdînê li malbateke Dihokî hat kirin de hejmara qurbanîyan derket 5an

Hat ragihandin di êrîşa ku li Mêrdînê li malbateke Dihokî hat kirin de hejmara qurbanîyan derket 5an.

Doh êvarî li ser rêya Nisêbînê kesên çekdar êrîş birin li ser wesayîta malbateke Dihokî. Di encama êrîşa ku hat kirin de 4 kes rehmet kiribûn û çend kes jî birîndar bûbûn. Hat hînbûn kesek ji yên birîndar îro rehmet kir û hejmara qurbanîyên êrîşa çekdar derket 5an.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama lêpirsîna ku hat destpêkirin de 4 jê Nisêbînî yek jê Herêma Kurdistanê tevde 5 kes hatin binçavkirin.

Navê kesên ku di êrîşê de rehmet kirine wisa ye: Abdullah Salih Mustafa Mamîsî (69) xanima wî Çimen Şahin Xalid (75) û qîzên wan Hindirin Abdullah Salih (39), Wahide Haydar Casım (63) û kurên wan Ahmed Celaleddin İbrahim Bêzelî (45) (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin