Di êrîşa li Diyarbekirê de dergûşa 2 mehî sêwî ma

Di encama êrîşa ku li Diyarbakirê wek wesayîta bombebarkirî hat lidarxistin de dergûşa 2 mehî û zaroka 5 salî sêwî ma.

Zeynep Sevînçera 28 salî di encamê êrîşa ku li Diyarbakirê wek wesayîta bombebarkirî hat lidarxistin de bi şiklekî giran birîndar bû.

Sevînçera ku wê rakirin nexweşxaneyeke taybet di gel hemî midaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Cinzeya Sevînçerî ya ku piştî muemeleyên tiba edlî anîn mirîxaneya Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî ya Diyarbekirê ji teref xizmên wê ve di nav şîn û girînê de li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.

Xizmên Sevînçerî diyar kirin dema ku êrîşa bombeyî hatiye lidarxistin dê Sevînçer di aşxanê de ji zarokên xwe re fitûr amade dikira. Di encama tekînê de perçeyên şerepnelê îsabetê Sevînçerê kiriye û ew di bin peteka kalorîferê de maye.

Xizmên Sevînçerî ragihandin ku dişa wê Gamze Sevînçer û zarokên wê Yusuf Eymen û Azra Şîrîn jî birîndar bûne. Her wiha hat ragihandin ku dê taziya Sevînçerê li Şemrexe Mêrdînê were qebûlkirin.

Di encama êrîşa ku li Diyarbakirê wek wesayîta bombebarkirî hat lidarxistin de dergûşa 2 mehî Yusuf Eymen û Azra Şîrîna 5 salî sêwî man.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye