Di êrîşa li Mêrdînê de tonek teqemenî hatiye bikaranîn

Hûrgiliyên êrîşa ku li ser Rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê dema ku wesayîta leşkerî derbas dibû hat lidarxistin û di encama êrîşê de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan derdikeve holê.

Di encama êrîşa teqemeniyê ya li ser Rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê dema ku wesayîta leşkerî derbas dibû hat lidarxistin de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan. Hûrgiliyên vê êrîşê jî hêdî hêdî derdikevin holê. Hat ragihandin ku di êrîşê de nêzî toneke teqemenî hatiye bikaranîn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin ji teref Qereqola Cendirmeyan a Mazidagi Aksuyê ve li ser Rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê lêgerîna mayînan hat kirin. Di saet 08.35an de minûbuseke ya ku ewlehiya leşkerên ku kontrola mayinê dikirin pêk dianiya dema di hawîrdora Qewşaxa Mazidagi de derbas bûye mayîna ku berê hatiye bicîkirin hatiye înfilaqkirin. 2 çawîşên pispor ên di nav pîqabê de jiyana xwe ji dest dan.

Piştî êrîşê gelek polês û tîmên tendirûstiyê sewqê herêmê hat kirin. Hat ragihandin ku cesedên her dû çawîşên pispor rakirine mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Ji walîtiyê daxuyanî

Her wiha Walîtiya Mêrdînê di derbarê mijarê de daxûyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş di dema lêgrîn û kontrola mayînan de pêk hatiye. Di encama êrîşa ku ji teref Qereqola Cendirmeyan a Mazidagi Aksuyê ve li ser Rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê lêgerîna mayînan hat kirin de 2 çawîşên pispor jiyana xwe ji dest dane.

ÎLKHA



















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin