Di êrîşên îşxalkeran de jimara şehîdan derket 2 hezar û 808 kesan

Di êrîşên ku sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê kirin de 2 hezar û 808 kes şehîd bûn, ji 10 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.

Artêşa qaşo yê sîyonîstan bişev li herêmên Xezzeyê yê cur be cur êrîşên hewayî lidar xist.

Di êrîşên ku êvarî li Xan Yunusê û Refahê hat kirin de herî kêm 49 kes şehîd bûn.

Wezareta Tendûristîyê ya Filîstînê daxuyand ku di êrîşên sîyonîstên îşxalker yên li Xezzeyê hatine kirin de 2 hezar û 808 kes şehîd bûne.

Di êrîşan de ji 10 hezarî pirtir kes jî birîndar bûne.

Di êrîşên sîyonîstan de di her 5 deqîqeyan de Filîstînîyek şehîd dibe. Di her saetekê de 3 zarok canê xwe ji dest dide. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno