Di êrîşên ku Amerîka li Raqqayê kirin de 173 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan

Neteweyên Yekbûyî, encamên êrîşên ku di hezîranê de ji terefkoalîayona ku jê re Amerîka pêşîvantî dike ve li Raqqaya Sûriyê hatine kirin hatin ragihandin.

Zeyd Raad el Huseyînê ku Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî ye encamên êrîşên ku di hezîranê de ji teref  koalîayona ku jê re Amerîka pêşîvantî dike ve li Raqqaya Sûriyê hatine kirin eşkere kir. Li gor daneyên ku Huseyîn eşkere kirine di meha Hezîranê de di êrîşên ku ji teref koalîsyonê ve hatine kirin de li Raqqayê tev de 173 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.

El Huseyîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir hêzên koalîsyonê yên ku Amerîka ji wan re pêşîvantiyê dike ji ber ku êrîşên xwe yên ji erdê zêde kirine nêzî 100 hezar kesên siwîl di nav dorpêçê de mane.

El Huseyîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê siwîl ji zafereke eskerî ya bi lez re neyên fedakirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin