Di eydê de haya xwe ji xwarina goştê sor û şêraniyan bikin!

Ji ber ku çend rojên jimartî ji Eyda Qurbanê re man pispor derheqê xwarin û vexwarina roja eydê de hişyariyên girîng kirin.

Weke ku tê zanîn îna pêşiya me Eyda Qurbanê ye, ji ber minasebeta eydê Fatima Unala ku li Nexweşxaneya Îpekyoluya Qoserê ya Taybet diysetisyen e derheqê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Unal di nirxandinan ku kir de nexasim hişyarî li kesên ku nexweşiyên kronîk bi wan re heye kir û got bila haya xwe ji xwe bikin.

Unal di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku eyd e xwarina goşt zêde dibe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Pêşiya me eyd heye. Di eydê de divê însana haya xwe ji xwarina goşt û şêraniyan bikin. Kesên ku nexweşiyên kronîk bi wan re heye û zarokên ku dikevin kategoriya rîska zêde û kesên kal û pîr haya xwe ji tiştên ku dixwin  û vedixwin bikin. Di warê xwarinê de ji ber guherînên ku pêk tên ger tedbîr neyên standin  dibe ku bibin sedema mişkîleyan. Xelîna mîdê, qebizbûn û mişkîleyên hezmê ji van mîşkîleyan çednik in.”

Unal diyar kir divê goştê qurbanê demekê bê sekinandin û dû re bê xwarin. Unal dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Berî ku hûn qurbanê bistînin divê hûn lê bawer bin ku ji kontrola baytar derbas bûye. Di wan goştên ku reş bûne de her tim rîska qanserê heye. Divê goştê qurbanê demekê bê sekinandin û dû re bê xwarin. Dîsa divê di ber wan xwarinên ku bi goşt tên çêkirin de rûn neyê bikaranîn.”(ÎLKHA)














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e