Di gel hişdariya walîtiyê qirş û qal nayên berhevkirin

Ji ber di gel hişdariya Walîtiya Diyarbekirê şaredariyê qirş û qalan berhev nekir gel ji canê xwe aciz bû.

Li Diyarbekirê piştî ku Seroka Şaredariya Mezin a DBPyî Gultan Kişanak û endamê meclîsê Firat Anli hatin binçavkirin qirş û qalên nav bajêr nayê berhevkirin. Ev yek jî gel mexdûr dike.

Di nav bajêr de di gelek ciyan de komên qirş û qalan çêbûye. Ji ber ku ev qirş bêhn dide gel ji canê xwe aciz bûye. Di gel hişdariya Walîtiya Diyarbekirê ev 5 roj e ku qirş û qalên nav bajêr nayên berhevkirin. Ji ber ku ev qirş û qal bêhna pîs dide gel nikare derkeve derve.

Mirov nikare ji ber qirş û qalan di nav navenda bajêr de derbas bibe û ji ber ku çopên bazarên semtan jî nayên berhevkirin gel bertek nîşan dide.

Wekê ku tê bibîranîn Walîtiya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kiribû heke ku bi rêk û pêk qirş û qal neyên berhevkirin dê di derbarê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin