Di gola ku ava wê vekişiya de bihezaran masî telef bûn

Li Diyarbekirê di Gola Guzelê de ji ber ku av vekişiya bi hezaran masî telef bûn.

 Li Kayapinara Diyarbekirê di goleke bi navê Guzel a ku pê axên gundên derdorê dihatin avdan ji ber ku  av vekişiya bi hezaran masî telef bûn. Hat îddîakirin ji ber ku av vekişiyaye masî ji bê oksîjeniyê telef bûne.

Alaaddîn Çakirê ji şêniyên gund e derheqê mijarê de diyar kir ev hewadîsa ku pêk hatiye wanan xemgîn kiriye.

Çakir di berdewama axavtina xwe de diyar kir ava ku tê ser golê li gundekî din hatiye qutkirin û ji ber ku av hatiye qutkirin av kêm bûye û masî telef bûne. Çakirî dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Ji cihekê tenê av tê li ser vê bendavê  ku ew jî ji gundê Cabarê tê. Li wê derê yekî rêya avê girtiye û nahêle av were li ser golê. Ji ber vê yekê av vekişiya û gol zûwa bû û bi hezaran masî telef bûn.Gundiyan doz li wî gundiyê ku avê qutkitiye vekirin lê belê tiştek bi dest nexistin. 12 gund ji golê sûdê werdigirt, gelek masiyên ku tehma wan xweş e hebûn tê de.Niha hûn dibînin ka çi bûye. Ji ber ku ew masî telef bûne dilê mirov dişewite.”(ÎLKHA)


































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin