Di goştê sor de erzaniya ku dihat hêvîkirin dest pê dike

Ji teref Saziya Şîr û Goşt ve hat destnîşankirinli 81 bajêran li xalên wan ên firotina goşt û sor, dêkîloya qiymê bi 29 TL û ya goştê kezebkî jî bi 31 TLyan bê firotin.

Saziya Şîr û Goşt bi daxuyaniya ku belav kir destnîşan kir firotina goştê sor a erzan dest pê dike.

Di daxuyaniya ku ji teref Saziya Şîr û Goşt ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin  KDV jî di nav de  ew ê li 81 bajêran li xalên wan ên firotinê kîloya qiymê bi 29 TL û ya goştê kezebkî jî bi 31 TLyan bê firotin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin kesên ku dixwazin beşdarî van xalên marketên zincirîn ên ku goştê sor a erzan difiroşin dikarin heta 31ê Cotmehê seat 17.00an muracatî Saziya Şîr û Goşt bikin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin