Di Hepsa Hekkarî De Hadîse Qewimîn

Li Colemêrgê di hepsa li mehela Kirinê de, do bişev hadîse qewimîn. Di hepsê de 235 girtî hene, ji wan 18 heb siyasî ne.

 Li Colemêrgê di hepsa li mehela Kirinê de, do bişev hadîse qewimîn. Di hepsê de 235 girtî hene, ji wan 18 heb siyasî ne.

Hat gotin ku mehkûmên di qawîşa 5an de, mehkûm bangî ğardiyan dikin ku nexweşê wan heye. Li gor îddîayê ğardiyan dereng tê ber derî. Ji ber vê yekê, 18 mehkûmên edlî li ğardiyan dixin û di deriyê vekirî re derbasî qismên din dibin. Li wir jî, hinek mehkûmên din nivîn û lihêfên xwe dişewitînin û destekê didin hevalên xwe yên mehkûm. Duxan bi ser hepsê dikeve.

Li ser hadîseyan li hepsê tedbîrên ewlehiyê tên girtin. Rayedar ji polîsan destek dixwazin. Gelek polîsên hêzên Çevîkê û ekîbên îtfaiye û ambulans tên ber hepsê.

Sewciyê Hekkarî Mehmet Kaya diçe hepsê û bi girtî û mehkûman re xeber dide. Tansiyon dadikeve. Hat diyarkirin ku, nêzî 50 merivên mehkûman jî, bi amanca ji hepsiyên xwe salixê hilînin, diçin ber hepsê. Ğardiyanê lêdan xwarî, radikin nexweşxana dewletê.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin