Bi sedem ku xelkê kurd oldarin û tawîzan nade û bi dînê xwe ve girêdayîye, gelek bedel dan.
Rejma kemalîsta ku li ser laîklîkê hatîye avakirin, ji bo exlaqê kurdan xera bikin û wan ji dîn û kultura wan bi dûr bixin, li ser axa Kurdistanê gelek zul û zorî kirin. Lê belê xelkê kurdên xwedî namûs û evîndarên pêxember tucarî serî li ber wan netewandin û zîhnîyeta kemalîstan meğlûb û qet bi ser neket.
Piştî falîyetên xurufandin û bê exlaqîyê yên ku bi îmkanên dewletê dihat kirin bi ser neketin, îcar vê wezîfeyê PKKê girt ser xwe.
PKKya ku bi îddîaya li ser navê kurdan herbê dike, dîsa di nava kurdan de xwestin mefhûma namûsê ya ku xeta sor ya kurdane ze’îf bike û wan ji dînê wan û kultura wan bi dûr bixe. PKKê dest bi falîyetên ji bo xurufandina kurdan û bê exlaqîyan kir.
PKKya ku tarîxa wê bi zulm û falîyetên asîmilekirina li dijî kurdan tijî ye, careke din di heqê namûsa kurdan de zîhnîyeta xwe ya xwar derxist pêş çavan.
Bi sedem 8ê adarê roja jinan ya dinyayê, di bernameykê de mesaja Öcalan hat xwendin.
Di mesaja Öcalan de Namûsa kurdan hat binpîkirin. Di mesajê de van îfadeyana cîh digre: “Ji mêran bawer nekin, yeqîna xwe bi mêran nekin. Bawerîya xwe bi jinîtîyê û jinan bînin. Wekhevî û azadî encax bi meseleya jinan çareser dibe. Ji ber vêya jî dewrima me, dewrima jinaye.”
Öcalan tenê bi van gotinên heqaretê û xurufandinê jî nehat ser îjar weha dewam kir: “Serdestîya kultura mêran a 5 hezar salî, kultura tecavuzê ye.”
Bi vê mesaja Öcalan, di heqê namûsa kurdan de careke din ev zîhnîyeta PKKê ya xurufandî derket pêş çavan.
BANGAHEQ