Di hezazê de milyonek metre kûp ax herikî jêrê

Hat tesbîtkirin di encama hezaza ku li navçeya Şîrwana Sêrtê di madeneke taybet de pêk hat de milyonek metre kûp ax herikî jêrê.

Her weke ku tê zanîn  doh êvarî di derdora seat 20.30an de li navçeya Şîrwana Sêrtê di madeneke taybet a sifirê de hezaz pêk hat.Di encama hezaza ku pêk hat de 16 kes di bin axê de man. Li gor daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Sêrtê ve hatiye dayîn ji ber hezazê milyonek metre kûp ax herikî jêrê û 16 kes di bin hezazê de man.

Hat ragihandin li herama ku lê hezaz çêbû hêj xebatên xelaskirinê bênavber berdewam dikin.Di daxuyaniya  ku ji teref Walîtiya Sêrtê ve  hatiye dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “90 personelên lêgerîn-xelaskirinê, 2 helîkopter, balafirek destekê didin xebatên xelaskirinê.Hat tesbîtkirin ceseda 3 hemwelatiyên me yên ku di bin ruxînê de mabûn hatine derxistin.Hêj  13 kes di bin ruxînê de ne.Ji ber ku cihê ku lêgerîn lê tê kirin kaş e û ji ber îxtîmala duyemîn a hezazê  xebatên lêgerîn-xelaskirinê  xebatê neyînî tesîrdar dibin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye