Di hilweşandina îskeleyê ya li Êlihê de 2 kes canê xwe ji dest dan

Li Êlihê îskeleya Kullîyeya Mizgefta Esentepe ya Êlihê hilweşîya, di encama hilweşînê de 2 kes canê xwe ji dest dan 18 kes birîndar bûn.

Doh di seat 14.52yan de li Taxa Gultepeyê di înşeata mizgeftekî de îskele hilweşîya. Di encama hilweşînê de 20 karker birîndar bûn.

Karkerên ku di bin îskeleyê de asê man K. T., R. Y., B.Y., M. H. O., B. K., İ. C., H. A., M. A., E. Ç., F. E., A. K., B. K., Y. Ç., M. Ş. Ş., V. K., N. K., F. Ç., S. U., M. Z. û kesekî yê ku hêj navê wî nehatîye hînbûn, bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Veysî Kaydulê ku giran birîndar bûbû û hatibû rakirin nexweşxaneytê, digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da. Cenazeya Kaydulê ji bo bê otopsîkirin hat rakirin merga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîyê.

Yusuf Çelîkê 44 salî yê ku ew jî hatibû rakirin nexweşxaneyê di seatên êvarê de digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Tehqîqata ku hatibû destpêkirin hêna jî didome. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn