Di Kabînê De 4 Wezîr Hatin Guhertin

Serekwezîr Tayyîb Erdoğan, di serdana Efrîkayê de îşareta guhertina di kabînê de da bû. Do êvarê 4 wezîr hatin guhertin.

Serekwezîr Tayyîb Erdoğan, di serdana Efrîkayê de îşareta guhertina di kabînê de da bû. Do êvarê 4 wezîr hatin guhertin. Guhertin û revîzyona di kabîneyê de, bi beyana nivîskî hat diyar kirin.

Guhertin weha hat kirin: Muammer Guler wezîrê karên hundir hat tayîn kirin. Berî niha Îdrîs Naîm Şahîn wezîrtî dikir. Ji bo wezîrtiya kultur û tûrîzmê, di şûna Ertûğrûl Gunay de, Omer Çelîk hat tayîn kirin. Nabî Avci bû wezîrê perwerdehiya mîllî. Nabî Avci, berî niha serokatiya komîsyona perwerdehiya mîllî pêk dianî.

Her wiha diktor Mehmet Muezzînoğlu, ji bo wezîrê tenduristî û sihhetê hat tayîn kirin. Ev deh sal bû ku wezîrê kevn Receb Akdağ li ser vê wezîfê bû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin