Li gor lîsteya navan a ku hatibû diyarkirin dê îro ev kes bên guhdarkirin; Duyemîn Serokê Sererkantiyê Orgeneral Umît Dundar, Wezîrê Berê yê Karên Hundir Efkan Ala, Wezîrê Berê Mehmet Agar,Rojnameger-Nivîskar Fehmî Koru, Prof. Dr. Ahmet Akgunduz.
Li gor lîsteya ku dê bên guhdarkirin sibe jî dê kesên bi navê Serokê Berê yê Sererkantiyê Orgeneral Hîlmî Ozkok, Wezîrê Berê yê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn, Prof. Dr. Nevzat Tarhan, Parlementerê Berê Bîrgul Ayman Guler û Rojnameger Nevzat Bayhan dê bên guhdarkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di 20, 25, 26 û 27ê Cotmehê jî gelek kesên din dê di çarçoveya lêpirsîna teşebûsa darbeya 15ê Tîrmemehê ya FETO de bên guhdarkirin.(ÎLKHA)