Di lêpirsîna cînayeta Cewzet Soysal de pêşveçûneke nû

Di bergeha lêpirsîna ku derbarê qetilkirina Cewzet Soysalê ku di sala 1998an de li Êlihê hatibû revandin û qetilkirin de2 jê malnişîn û 2 jê muwazzaf tev de 4 polês hatin binçavkirin.

Cewzet Soysal di sala 1998an de li Êlihê bi hinceta ku endamê Cemaata Hîzbûllah bû hatibû revandin  li çoltera Qubînê bi îşkenceyan hatibû qetilkirin. DI bergeha lêpirsîna ku derbarê qetilkirina Soysal hatibû vekirin de 2 jê malnişîn û 2 jê muwazzaf tev de 4 polês hatin binçavkirin û 2 polêsên din ên ku ji FETO hatine girtin daxilî lêpirsînê hatin kirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgeriya Komere ya Êlihê ve hat destpêkirin de dozgeriyê ji Midûrtiya Ewlehiyê ya Entalyayê re nivîsek şand û ji wan xwest ku yek jê malnişîn tev de 2 polês bên binçavkirin. Polêsên ku hatin binçavkirin ew ê piştî kontrola tenduristiyê dê bên anîn Êlihê.

Her wisa hat hînbûn 2 polêsên ku ji FETO hatine girtin jî daxilî lêpirsînê hatine kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin