Di lêpirsîna Narîn Guran de derheqê 21 kesan de qerara binçav kirinê

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ragihand ku di lêpirsîna Narîn Gûran a ku li Taxa Tavşantepeya navçeya Baglara Diyarbekirê cesedê wê hat dîtin ji bo 21 şikdaran biryara binçavkirinê hat dayîn.

Tunç li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê da Alîkarê Serokê Giştî û 3 Serdozgerên din hatin wezîfedarkirin.

Wezîr Tunç di daxuyaniyê de wiha got, “Derheqê berpirsiyarên kuştina keça me ya Narîn Gûran a ku li Taxa Tavşantepeya navçeya Baglara Diyarbekirê cesedê wê hat dîtin de lêpirsîn bi pir aliyan dewam dike. Ji bo ronîkirina bûyera bi êş ku me hemûyan xemgîn kir, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de 1 Alîkarê Serokê Giştî û 3 Serdozgerên din hatin wezîfedarkirin. Pêvajoya otopsiya keça me ya nazik dewam dike. Di vê serdema lêpirsînê de ji bo 21 şikdaran biryara binçavkirinê hat dayîn. Careke din ji zarokê me yê nazik rehma Xwedê dixwazim.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê