Di mala xirabe û kavil de muhîmat hat bidestxistin

Di operasyona ku li çoltera navçeya Nazîmiyeya Dêrsimê hat kirin de di maleke xirabe û kavil de çek û gelek muhîmat hat bidestxistin.

Walîtiya Dêrsîmê destnîşan kir ku di operasyona ku li herêma gundewarî  hat rastkirin de di malekê de sîleh û gelek mihîmat hatin bidestxistin.

Li gor beyanata ku ji teref Walîtiya Dêrsîmê ve hat dayin operasyon ji teref Serfermandariya Cendermeyên Dêrsîmê ve li gundewariya Dereovaya navçaya Qislê(Nazimiye) hat rastkirin.  

Di berdewama beyanatê de ev agahî hat dayin; di hundurê malê de bi marqeya RPG-7 roketavêjek, 4 heb RPG-7 muhîmatê  antî-tank, hebek  teqemeniya antî-personel, 6 hep fîşekê sewqê, 2 heb bombeyên destan, keleşkofek û 5 heb carcûrên keleşkofê, 268 fîşekê keleşê, 150 heb mihîmatê bîksîyê, 94 mihîmatê M-bîr6, 35 kîlo amonyûm nîtrat, 16 pîlê mezin, dûrbîneke desta, qamerayek, 2 têlsizê destan, 7 amûrên ku di çêkirina teqemeniyê de tên bikaranîn, hebek banda îzolê, 4 kilifê cercûran, akûyek û gelek belgeyên rêxistinî û gelek mazemeyên jiyanê hatin bidesxistin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin