Di meha Remezanê de li gund kêfxweşî û şadiya rojiyê

Şêniyên gundê Merwaniyê ya Gercewsa Êlihêdi meha Remezanê de wextên xwe zêdetir bi îbadetan diborînin.

Li Merwaniya Gercewsê şêniyên  gund digel hatine meha Remezanê li gund kêfxweşî û şadiya rojiyê dijîn.

Li gundê ku hemû kes li hev e û di nav wan de nexweşî û xeyd tuneye, şênî ji bo zêdetir ji meha Remezanê feyz û bereketê bi dest bixin  exlebe wextên xwe di camiyan de diborînin. Ew sohbet, nimêja terawîhê û mmuqabeleya ku ji biçûkan heta mezinan beşdarî dibin de  li hember dibin xwedî muhabbet û rûmetê.

Loqman Avciyê ku Melayê gund e diyar kir ew di serî de dersên fiqhê û her wiha dersên din di meha Remezanê tên dîtin û li ser wan meseleyan tê axavtin.

Xort eleqeyeke mezin nîşanî muqabelê didin

Avci di berdewama axavtina xwe de qala bernameyên ku ew di meha Remezanê de tetbîq dikin kir û wiha got: “Exlebe gundiyên me piştî nimêja şeveqê diçin serê karê xwe  û çend seatan dixebitin. Di wextê nimêja nîvro de li camiyê hazir dibin û heta esrê wextê xwe bi îbadetê diborînin û dû re nimêja esirê tê kirin. Piştî nimêjê em dest bi muqabelê dikin. Xortên me eleqeyeke mezin nîşanî muqabelê didin. Dû re jî herkes heta êvarî serbest in û li gund ji xwe re digerin.”

Her roj beriya nimêja işayê weez tê dayîn

Avci diyar kir piştî ku nimêja mexribê tê kirin re ew diçin xwarinê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gundê me her roj xwarina fitarê tê dayîn. Beriya nimêja işayê hazirê 15 deqîqeyan sohbet tê kirin. Sohbetên em exlebe li ser meseleyên fiqhî ne. Em heta dawiya Remezanê meseleyên fiqhî xelas dikin. Dû re jî em bi azana şerîf nimêja xwe ya işayê û ya terawîhan eda dikin. Dû re hemû kes belav dibe.”

Avci di berdewama axavtina xwe de diyar kir di nimêja sibê de jî nimêj bi cemaet tê kirin û piştî nimêjê jî hazirê 10 deqîqe meala Qur’anê dixwînin.

Ji bilî melayê gund her wiha muxtar û şêniyên gund di dehreqê kar û barên ku ew di meha Remezanê de dikin û her wiha di derheqê kêfxweşî û şadiya ku ew di Remezanê de dijîn kirin.

ÎLKHA





















































































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe