Di navbera du malbatan de pevçûn: 14 birîndar

Li Kerborana Mêrdînê di navbera du malbatan de ji ber meseleya revandina qîzê pevçûn derket, di pevçûna ku derket de ji her du rexan tev de 14 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Kerborana Mêrdînê  Selîm B.yê ku li taxa Herdexê îqamet dikir Songul Ç.ya ku li taxa Germeroyê îqamet dikir bo lawê xwe revand û bir danî ba naskiriyên xwe.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn  naskiriyên mala qîzê çûne taxê. Li taxê di navbera malbata ku qîzê revandibû û naskiriyên qîzê de pevçûn derket. Di pevçûna ku derket de kêr, kevir û çek hatin bikaranîn.

Di encama pevçûnê  de 3 kesên ku navên wan nayên zanîn û kesên bi navê Emîne S, Elîf K, Gurbet K, Methî K, Saît K, Hasan K, Beşîr S, Ahmet S, Mahsum B, Abdulsamet A, Adîl A. birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derheqê bûyerê de 10 kes jî hatin binçavkirin.

ÎLKHA





İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin