Wezîrê Pêşveçûnê Lutfî Elvanê ku ji bo ziyaretinan hat Xarpêtê pêşî Waliyê Xarpêtê Murat Zorluoglu ziyaret kir û li vê derê di derheqê referandûmê de daxuyanî da.
Wezîr Elvan di axavtina xwe de destnîşan kir bi makeqanûna nû dê gelek asteng bên derbaskirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi rastî jî em dibezin, lê beza me bezeke bi asteng e. Digel makeqanûna nû em ê bi hev re bezdaneke bêasteng bikin û ji bo ev welat bi leztir pêşve biçe û mezin bibe em ê mucadele bikin. Em ê di pergela nû de milletê bixin navendê. Ew ê di navenda birêveberiya dewlet û siyasetê de millet hebe. Em ji kîjan hêlê lê binêrin ferq nake di netîcê de dê millet di navendê de be. Ji ber vê yekê em ji bilî wesayeta millet tu wesayetên din qebûl nakin. Em di vê mijarê de pir hesas in.”(ÎLKHA)