Di nêzî Balafirgeha Mogadîşu de teqîn: 13 mirî

Mogadişu - Gor agahiyên hatine bidestxistin di nêzî balafirgeha li Mogadîşuya payîtextê Somaliyê de wesayîtekî bombebarkirî hat înfilaqkirin. Di encama înfilaqkirinê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan.

Gor agahiyên hatine bidestxistin di nêzî Balafirgeha Naveteweyî ya Mogadîşu de li noqteya kontrola ewlehiyê wesayîta ji bombeyan dagirtî hat înfilaqkirin. Gor agahiyên hatine bidestxistin 13 kes jiyana xwe ji dest dane.

Piştî êrîş teqîna duyemîn pêk hat û dûvre dengê çekan hat bihîstin. Ji ber bandora teqînê di avahiyên hawîrdor de xisar çêbû.

Hat ragihandin ku êrîş li ber ofîsên Neteweyiyên Yekbûyî û Otêla Peace ya ku gelemperî rêvebirên biyanî tê de dimînin pêk hatiye. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin