Di nimêja Îdê de ji bo Mescîda Eqsayê dia hatin kirin

Alema Îslamê di bin sîya êrîşên hovane yên terorîstên siyonist de îda Remezanê pîroz dike ku îro dest ji bo Filistînî hatin vekirin û ji bo Mislimanan û Mescîda Eqsayê dia hatin kirin.

Çawa ku li temamê welêt Mislimanan berê xwe dan camîyan bi heman awayî li Diyarbekirê Misliman berê xwe dan camîyan ku nexasim Mizgefta Mezin a li Sûrê tije kirin.

Mislimanên ku li mizgeftê kom bûn destê xwe vekirin û ji bo Filistînîyan ji Xweda re lavayî kirin.

Berîya nimêja îdê Miftîyê Diyarbekirê Mehmet Selîm Bayir waazek da û di waaza xwe de destnîşan kir, siyonistên îşxalker naxwazin ku Mislimanên bi şiûr derkevin holê ku ji ber vê yekê dema ku wextê wê hat û ger fersend têkeve destên wan ew ê me bi xwe jî ji DIyarbekirê derînin.

Piştî waaza Kirbayir, xutbeyek hat dayîn. Di xutbeya ku hat dayîn de hat destnîşankirin, doza Qudsê bes ya Filistînîyan nîne, bi heman awayî ya temamê Mislimanan e.


















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e