Di qadên valakirina molozan de xetera mezin

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di taxên ku xerakirin didomin de xebatên rakirina molozan didome û di qadên valakirina molozan de ji ber negirtina tedbîran rewşên xeterî çêdibin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 6 taxan de ji ber ku zêde xisar çêbûye xebatên rakirina molozan didome. Ji ber xurdefiroş dema ku qamyon molozan vala dikin hewl didin xurde berhev bikin bi xetyeriyên mezin re rû bi rû dimînin.

Li taxên Zeynel Abîdîn û Kişlayê yên ku qedexeya derketina derve didome berhevkirina xerakirina avahiyan qedyaye. Li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê jî hema hema xebatên rakirina molozan biqede.

Molozên ku ji taxên bi xisar tên berhevkirin di hawîrdora mintiqa gel dijîn de tên valakirin. Di nav molozên ku tên berhevkirin de geh geh teqemenî diteqin. Di encama van teqînan de însan dimirin. Lê digel vê yekê dîsa kesên ku xurde berhev dikin ji vir dûr nabin. Ev yek jî dide nîşandan ku di gel teqînan tedbîrên ewlehiyê kêm in.

Wekê ku tê zanîn çend meh berê 2 zarokên ku li heman qadê hewl didan xurde berhev bikin di encama teqîna teqemeniyê de jiyana xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin