Di qezaya trênê ya li Yewnanistanê de hejmarê mirîyan derket 43 kesan

Di qezata trênê ya ku li herêma Tempîya Yewnanistanê pêk hat de hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane derket 43 kesan.

Ji ber şewata ku di encama qezaya trêna bar û rêwîyan de hejmarê mirîyan jî zêde dibe.

Di qezaya ku doh pêk hat de hejmarê mirîyan derket 43 kesan û 130 kesan jî birîndar bûn.

Piştî qezayê Wezîrê Veguhastinê Kostos jî îstîfa kir.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kiriakos Miçotakisê ku çûbû cîhê bûyerê di daxuyanîya ku dabû de weha gotibû, “Piştî ev tiştê ez dikarim garantîya yek tiştekî tenê bidim. Em ê sedemên ev trajedîyê bibînin û ji bona ku cardin tiştekî ewakî pêk neyê çi ji destê me bê em ê hemûyan bikin.”

Hikumeta Yewnanistanê, piştî qezaya trênê 3 roj şîna neteweyî îlan kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Cenazeyên 14 şehîdan ji bin kavilên xaniyekî li Xezzeyê hatin derxistin
IHO EBRAR li Etiyopyayê ji bo emeliyatên katarakt û nexweşên penceşêrê piştgiriya darayî peyda dike
Di encamê de kesek bi giranî birîndar bû
Li Pakistanê di mezinahîya 5,2yan de erdhej
Du gumanbarên têkiliya wan bi êrîşa li ser cihê kar a li Dîyarbekirê re hene hatin girtin