Di Remezanê de ji Rehmet Elîyê ji bo hezar malbatan pakêtên erzaqan

Rahmet Gida Bankasîya Wanê ya ku endamê Platforma Alîkarî ya Umut Kerwanîyê di heftîya pêşî ya Remezanê de ji 220 malbatê re paketên erzaqan gihîştand.

Rahmet Gida Bankasî ya ku xebatên xwe bênavbir didomîne, di meha Remezanê de nîyet kiriye ku di vê meha Remezanê de bi tevahî ji hezar malbatan re alîkarîyê bike.

Di derbarê alîkarîyên ku tên kirin de Serokê Komeleya Piştevanîya Muxtacan û Gida Bankasîya Rahmet Elîyê Sabrî Yildirim  destnîşan kir ku her meh bi rêkûpêk alîkarîya 350 malbatî tê kirin.

Di heftîya yekem a Remezanê de ji 220 malbatî re pakêtên Remezanê

Yildirim axavtina xwe  ya di derbarê alîkarîyan de wiha domand: “Xebatên me bênavbir hê jî didomin, me di heftîya yekem a Remezanê de ji 220 malbatan re pakêtên erzaqê gihîştand. Li me nîyetê ku di nava vê meha Remezanê de ji hezar malbatê re alîkarîyê bikin.

Di vî warî de niha xebatên me hê jî didomin. Niha em pakêtan amade dikin. Xwedê nesîp bike em ê di nava vê meha Remezanê de ji malbatan re alîkarîyê bikin.

Yildirim di dawîya axavtina xwe  ji xêrxwaz, dikandar û ji kesên ku  ji vê xêrê dibin navgir re spasîyên xwe anî ziman.

Yildirim her wiha diyar kir ku ew plan kirine ku di nava vê mehê de ji 200 malbatê re alîkarîya goşt û di eydê de jî ji 10 malbatan re alîkarîya kinc û cilan bikin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar