Di rêya Çewlig-Erziromê de otobûsa rêwîyan qelibî: 13 birîndar

Otobûseke aîdê fîrmayeke ku di navbera bajaran de seferan dike li ser rêya Çewlig Erziromê, ji ber cemed, qeşa û berfê qelibî. Di qezayê de 13 kes bi sivikî birîndar bûn.

Qeza li ser rêya Çewlig Erzirom a kîlometreya 40 emîn de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsa bi plaqeya 20 PK 010 a ku ji alîyê Çewligê diçû Artwînê, di rêya ku ji ber berfê şimitokî bûbû de şimitî û qelibî. Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Piştî midexeleya ‘ewil a tenduristîyê mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan. Li gorî diyarîyên ‘ewil di qezayê de 13 rêwî bi sivîkî birîndar bûn.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin