Di roja 6emîn a erdhejê de li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistan bi tevir û bêran xebatên xelaskirinê didome

Malên bajarê Cinderes a Rojava ku di erdhejê de hilweşiyan, tevî ku roja 6emîn a erdhejê bû jî mîna roja ewil e. Li Cinderesa ku ekîba lêgerîn û xilaskirinê ya profesyonel lê tune ye, xebatên bi tevir û bêran dewam dikin.

Ji xeynî Tirkiyeya ku ji ber erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an li Mereşê hejiya, Sûriye, Rojava û Filistînê jî ji erdhejê tesîrdar bûn.

Erdheja ku li 10 parêzgehên Tirkiyê wêran bû, li bajarê Cinderesê yê Rojava jî rû da. Tevî ku roja 6emîn a erdhejê bû jî, li Cindirêsê ku bi dehan xanî lê hilweşiyan, hilweşîna xaniyên hilweşiyayî mîna roja ‘ewil xuya dike.

Li Cinderesa ku ekîbên lêgerîn û xilaskirinê lê tune ne, xizmên kesên ku malên wan xera bûne, bi tevir û bêran hewil didin ku çolên betonê ji holê rakin û yên di bin enqazê dene derxin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li parêzgehên Idlib, Heleb, Hama, Laziqiye û Tertûsê yê Sûrîye û Efrîna Rojava jî ji 6ê Sibatê vir ve berdewam dikin.

Li Sûriye û Rojavaya ku ji ber erdhejên ku wek felaketa sedsalê hat binavkirin, hejmara kesên canê xwe ji dest dane derket 3 hezar û 553yan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin