“Di saleke dawî de 3 hezar 336 penaber di behrê de xeniqîn”

Rêwitiya penaberan a ber bi Ewrûpayê vedibe sedema bobelatên mezin. Li gor raporta ÎMKAN-DERê di saleke dawî de 3 hezar 336 penaber di behrê de xeniqîn.

Ew  herbên navxweyî, birçîbûn û hişkesalî di serî de li Rojhilatê Navîn, Asya û Afrîkayê û her wiha gelek welatên din dibin  sedem ku bi milyonan însan bibin penaber. Niha li dinyayê 65 milyon însan ji ber van sedeman bûne penaber.

ÎMKAN-DERê ku her sal di derheqê bobeletên ku di behran de pêk tên de raportê amade dike îsal jî di derheqê penaberan de raportek amade kir. Li gor raporta 2017an a  ÎMKAN-DERê îsal 3 hezar 336 kesên penaber di behrê de xeniqîn. Digel ev rêje nîşan bide li gor salên borî hejmera penaberên ku di behrê de jiyana xwe ji dest dane kêm bûbûn jî  di ya rastiyê de ev reqem hêj bobelata mezin dide ber çavan.

“Behra Spî û Behra Egeyê bi cesedên zarokên penaberan dagirtiye”

Serokê Giştî yê ÎMKAN-DERê Murat Ozer di daxuyaniya ku di derbarê mijarê da de destnîşan kir  ev rêwitiya mirinê ji bo penaberan tenê ne felaketek e bi heman awayî  mişkîleyên gelek mezin li benda wan kesên ku digihîjin Ewrûpayê ne. Ozer dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heta îro bi dehhezaran penaberên ku bi niyeta gihaştina Ewrûpayê derketin rê di behrê de xeniqîn. Behra Spî û Behra Egeyê bi cesedên zarokên penaberan dagirtiye. Bayên nîjadperestiyê ya ku li Ewrûpayê her roj zêde dibe jî derdikeve pêşiya wan kesên penaber ên ku digihijin Ewrûpayê.”

Ozer di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew Lihevkirina Qebûla Vegerê di nav xwe de çareseriyeke mayînde nahewîne.(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe