Di ser qeçaxçiyan de hat girtin: 17 binçavî

Li Wanê di ser kesên ku qeçaxçîtiya çekan dikin de hat girtin, di serdegirtinan de 17 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Wanê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgeriya Komare ya Wanê ve li dijî qeçaxçiyên çekan dihat birêvebirin de operasyon li hinek adresan hat kirin. Di operasyonên ku hatin kirin de ji 24  kesên di derheqê wan qerara binçaviyê hebû 17 kesên bi navê B. G., S. B., H. Ç., H. K., Î. B., M. Î., K. K., K. K., Y. O., R. Y., E. Ç., K. B., B. T., A. Ç., S. D., Î. Î. û A. K. hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin di operasyonan de gelek çek û tifing û berikên wan hatine bidestxistin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin