Saziya Kontrolê ya Dewletê ji bo lêkolîna hadîseyên Sîwas û Başbağlarê, dest bi xebatan kir. Sazî mexdûrên hadîseyan guhdarî dike. Saziya han ji bo lêkolînê heyetek ava kir. Li ser doza Sîwasê lîsteyeke navan tesbît kir. Di rojên pêş de wê bi van navan re bipeyive.
Wezîfedarên saziyê, belgeyên doza Başbağlarê ji DGMa Îzmîrê xwest, her wiha ewraqên ku gundiyên Başbağlar jî qeyd kiribûn xwest. Wê heyet ji mexdûrên Başbağlarê agahiyan bixwazin.
Wekî tê zanîn sewcîtiya cimhûriyeta Melete, bi meqseda ku di navbera her dû hadîseyan de eleqe heye, her dû doz kiribûn yek. Di her dû hadîseyan de tê îddîa kirin ku tiliya orgut û rêxistinê heye, destê qirêjê ku hadîseyan rast kiriye, eynîye.
Wekî tê zanîn ji 1993an heta niha, ji teref hinek aliyên çepgîr û sazî ve, li ser hadîseya Sîwasê pir hat sekinandin, gelek kesên bêsûc bi deh salan di hepsan de hatin ceza kirin. Feqet her çi hîkmet bû, ji qetlîama Başbağlarê ji yekî pêve tu kes nehat girtin û cezakirin. Digel failên hadîseyê dihat gotin ku bellîne jî, edlî û îdarî tiştek ji bo wan nehat kirin.