“Di warê bêkariyê de em negihaştine xala ku em dixwazin”

Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz diyar kir ew tehmîn dikin di dawiya vê salê de enflasyon dakeve xaneya hejmarekî û got ‘Di warê bêkariyê de em negihaştine xala ku em dixwazin.’

Li Zanîngeha Bingolê “Torena Vekirina Sala Akademîk a Sala 2017-2018” û konferansa “Pêşveçûna Heremî û Ekonomiya Navteweyî” hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmazê ku beşdarî merasîmê bû axavtinek kir û enflasyon û bêkariyê nirxand.

“Di warê bêkariyê de em negihaştine xala ku em dixwazin”

 Yilmaz di axavtina xwe de diyar kir ew tehmîn dikin di dawiya vê salê de enflasyon dakeve xaneya hejmarekî û axavtina wiha domand: “Di warê bêkariyê de em negihaştine xala ku em dixwazin. Lewra me di vê pêvojoyê de gelek îstîhdam kirin. Di sala 2012an de li tevahiya Tirkiyê hejmara kesên ku dixebitîn 19 milyon bû. Lê belê îro ev hejmar bûye 28 milyon. Lê mixabin hêj jî rêjeya bêkariyê daneketiye.”(ÎLKHA)

 






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin