“Di warê peymana nukleer de kirina gotûbêjên nû ne mimkun e”

Alî Ekber Welayetiyê Şewirmendê Polîtîqaya Derve yê Rêberê Înqîlaba Îslamî yê Îranê derheqê gotinên Donald Trump ên derbarê Îranê de daxuyanî da û nirxandinan kir.

Alî Ekber Welayetiyê ku Serokê Lêkolîna Stratejîk ê Konseya  Teşhîsê yê Mesleheta Nîzama Îslamê û Şewirmendê Polîtîqaya Derve yê Rêberê Înqîlaba Îslamî yê Îranê Ayetullah Hamaney ne derheqê gotinên Donald Trump ên derbarê Îranê de daxuyanî da û nirxandinan kir. Welayetî di daxuyaniya ku da de destnîşan kir Îran bo pergalên xwe yên parastinê ji tu kesên din destûrê nastîne û gotina vê yekê nayê qebûlkirin. Welayetî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Amerîka bi xwe ji wan welatên 5+1 e ku îmze avêtiye peymana nukleerê. Divê ew welatên ku îmze avêtine li ser sozên xwe bin. Cardin ji ber çavan derbaskirin an jî gotûbêjkirina peymana nukleerê ne mimkûn e. Ew ê tu carî peymaneke nû di warê nukleerê de çênebe.”(ÎLKHA)








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin