Di warê vegerîna Arakaniyan a welatên xwe de lihevkirin çêbû

Birêveberiyên Bangledeş û Myanmarê di warê vegerîna welatê xwe ya Mislimanên Arakanî yên ji ber êrîşên êeteyên Budîst û artêşa Mynamarê koç kirin de li hev kirin.

Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Berpirsê Serokatiya Dewletê  Aung San Suu Çîî û Wezîrê Karên Derve yê Bangledeşê  Mahmud Alî  li Myanmarê hevdîtinek kirin.

Di hevdîtina ku nêzî seatekî berdewam kir de hat daxuyandin peymaneke bi navê “Lihevkirina Di Warê Vegera Kesên ku li Parêzgeha Arakanê ji Cihê xwe hatine kirin de” hatiye îmzekirin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson di wan rojên borî de derbarê mijarê de gotibû “Ew şiddeta ku li hember Mislimanên Arakanî tê kirin bi şikleke eşkere jenosîd e.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin