Di warêcîhazên bihîstinê de heyama firotina bêheq dest pê kir

Ji teref Saziya Ewlehiya Civakî ve di warêcîhazên bihîstinê de heyama firotina bêheq hat destpêkirin.

Saziya Ewlehiya Civakî bi rêkûpêkkirina nû ya ku amade kir ew ê ji nêzî 3 milyon kesên kerr in re cîhazên bihîstinê bêheq belav bike. Li gor qerarê ew ê kesên ku guhên wan nabihîzin karibin ji medikal û eczaneyan bêheq tedarik bikin.

Hat ragihandin ew ê ev yek bi hevpeymana ku dê bi medikal û eczaneyan re bê kirin dest pê bike bi vê sepana nû ew sepana kevin a ku welatî pêşî heqê tiştê ku distand dida û dû re ji SGKyê digirt bi dawî bû.

Arîkarê Serokê Giştî yê SGKyê Orhan Koç di daxuyaniya ku di derbarê mijarê da de destnîşan kir  li Tirkiyê bi hezaran kesên kerr di nav sed zehmetiyê de hewil didin cîhazên bihîstinê bistînin û dû re wiha li axavtina xwe zede kir: " Di sepana kevin de welatî ji bo cîhazê heq ji berîka xwe dida û dû re piştî 50 belgeyên ku distand  serî li SGKyê dida û hewil dida pereyê xwe bistînin. Ev yek ji bo welatiyê me yê ku kerr bû pir zede rehmet bû. Hinek welatiyên me bes ji ber vê nûkirinê nediçûn cîhazên xwe nedistandin."(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin