Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Kahtaya navçeya Semsûrê polêsan xwest ku wesayîteke şikdar bidin sekinandin, lê ajokarê wesayîta şikdar digel ku îqaza bisekine jê re hatibe kirin jî nesekinî û reviya. Polêsan wesayîta şikdar terkkirî dîtin. Piştî xebatên ku hatin kirin ajokara wesayîtê hat binçavkirin. Dı wesayîtê de tev de 47 kîlo esrar hat bidestxistin.
Kesê bi navê R.P. yê ku hatiye binçavkirin ji teref mehkemê ve hat girêtin.(ÎLKHA)